Ağrı
Dora Çemê Muradê ya ku par ji ber hişkayiyê zêde av lê kom nebû bi kulîlkên sor û binevşî va xemilî.
Çemê Muradê ya ku ji Diyadîna navçeya Agiriyê dest pê dike û bi çemên der û dorê va dibe yek par ji ber hişkayiyê ava xwe kêm kiribû, lê îsal ava wê zêde bû.
Zeviyên di navbera navçeyên Xamur û Dutaxê ji ber barana gur heşîn û geş bûn.
Dora çem bi kulîkên rengbireng û xaşxaşkan xemilî, kesên di navbera Wan û Agiriyê da rêwîtiyê dikin dibin şahidê vê siruşta rengîn.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) bi dronê va wêne û dîmenên çem û kulîlkên dora wê kişand.