Tirkiye

Li Mûşê ji bo ku şîrê wan zêde bibe, madekan dixin Çemê Mûradê

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 04.07.2022 - Rojanekırın : 07.07.2022
Li Mûşê ji bo ku şîrê wan zêde bibe, madekan dixin Çemê Mûradê

Muş

 Li Haskoya navçeya Mûşê gavan û xwediyên heywanan madekên xwe yên ku ji germê aciz dibin, dixin Çemê Mûradê ku xêr û bereketa şîrê wan zêde bibe.

Heywanên ku ji serê sibehê û heta êvarê di binê tavê da li mêrg û mexelan diçêrin, dema ku germ zêde bibe, gavan û xwediyên heywanan, garanê tînin ber Çemê Mûradê.

Ji bo madek zêdetir şîr bidin, wan dixin avê û 4 saetan tê da dimînin û hênik dibin. Paşê cardin berê garanê didin mêrg û çîmenan.

Erkan Kiliçarslan li gundê Karakutuka ser navçeyê rêncberiyê dike. Kiliçarslan ji rojnamegeran ra got ku li herêmê gelek kes madekan xwedî dikin.

Kiliçarslan daxuyand ku madek di germê da deyax nakin û wiha dewam kir:

"Ji ber vê yekê em havînê madekan tînin ber Çemê Mûradê. Madek ji avê pir hez dikin. Rojê nîvendî 4 saetan di nava avê da dimînin. Carinan naxwazin ji nava avê derkevin. Wextê dikevin avê, zêdetir şîr didin. Di nava avê da paqij dibin û ji nexweşiyan tên parastin. Şîr û mastê madekan pir bi sihet e. Gelekî tê tercîhkirin. Carina hunermendên wêneyan jî tên vê derê û di nava avê da wêneyên madekan dikşînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın