Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma tesîra xwe ya li ser jiyanê didomîne

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Agirî û Qersê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Önder Beyter  | 27.01.2021 - Rojanekırın : 28.01.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma tesîra xwe ya li ser jiyanê didomîne

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Agirî û Qersê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li Erziromê bi tesîra sermayê kanî û şadirwanên li navendê û çem û avên li herêmên çiyayî qerimîn.

Li bajêr her wisa şembelîk bi baniyan daliqîn û ekîbên şaredariyê jî cemed û berfa li ser rêyan verotin û avêtin.

- Agirî

Li Agiriyê jî ji ber hişkiyê çem û av qerimîn.

Li bajarê ku hişkiyeke zehf zêde heye, welatiyan wesayîtên xwe bi naylon û betaniyan pêçan.

Her wisa li bajêr şembelûk bi baniyan daliqîn û camên kargehan qeşa girt.

- Qers

Li Qersê jî ekîbên şaredariyê berfa li ser kuçe û kolanan verotin û bi kamyonan kişandin dervayî bajêr.

Ji bo ku serma neke, hin welatiyan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın