21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
MUŞ
Li Mûşê ji ber ku dema çinîn û dirûnê û rojiya remezanê ketin heman demê cotkar zor û zehmetiyê dibînin.
Cotkarên ku hê wekî berê kar û barên xwe dikin, ji ber ku rojiyê jî digirin gelekî zehmetiyê dibînin.
Cotkarên ku ber destê sibehê dest bi îş û karê xwe dikin ji bo di qêleqij û germê da xwe hênîk bikin û bi biparêzin ava sar bi serê xwe da dikin û şewqeyên xwe bi ava sar şil dikin.
Ji cotkaran Salih Gortuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di rojiya remezanê da dema giya diçinin zor û zehmetiyê dikşînin.
Gokturk diyar kir ku du sal e wexta çinîn û dirûna giya û rojiya remezanê rastî hev tên û wiha axivî: "Ji ber ku di rojiyê da zehmet e em serê sibehê di 5an da radibin û 5 saet tirpanê dikşînin. Demekê bêhna xwe didin û dîsa dest pê dikin. Ji ber ku hewa germ e em jî çend kes digihêjin hev û alîkariya hev dikin."
Ji cotkaran Mehmet Akyurek jî destnîşan kir ku di rojiyê da jî tirpan dikşînin û wiha got: "Di rojiyê da ji ber ku em bi tirpanê dixebitin gelekî zor e. Heger em vê mehê jî neçinin wê giyayên me zer bibin û hişk bibin. Jixwe ji ber şert û mercên hewayê em dikarin 2 mehan îş û karên xwe bikin."