Jiyan

Di Çemê Mûradê yê mîna cemedê da ji bo nanê xwe hewl didin

Li Agiriyê welatiyên havînê di kar û barên înşeatê da dixebitin, zivistanê bi piranî li malê ne lê dîsa jî vala nasekinin û di nav ava Çemê Mûradê ya mîna cemedê da masiyan digirin û bi firotina wan pere qezenc dikin

Abdullah Tel  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
Di Çemê Mûradê yê mîna cemedê da ji bo nanê xwe hewl didin

Ağrı

 Li Agiriya demsala zivistanê bi zor û zehmetî derbas dibe û welatiyên ku bi masîgiriyê debara xwe dikin jî li ser kar û barê xwe ne.

Welatiyên havînê di kar û barên înşeatê da dixebitin piştî ku ew kar diqede ber bi zivistanê va vedigerin bajêr û li vê derê jî masîgiriyê dikin.

Bi roniya sibehê ra masîgir ji malê derdikevin û tên ber çemê mîna cemedê ku hin cihên wê qerisîne. Cilê xwe yên avê derbas nake li xwe dikin û dibêjin "bîsmîllah" û dest bi kar dikin.

Welatî bi bivir û bêran cemedê dişkênin û cihên masî lê kom bûne tesbît dikin.

Masîgir piştî tespîtkirina cih tora xwe diavêjin nav avê û masiyên diqefêlin tijî çewalan dikin.

Digel talûkeyan masîgir dev ji karê xwe bernadin û ji ber sir û seqemê bijang û biriyên wa qeşa digirin.

Ji masîgiran Halîs Gunayê 60 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew 40 sal e tê ser qismê Çemê Mûradê yê ku di navbera navçeyên Hamûr û Tûtakê da dimîne û li wir masiyan digire.

Gunay destnîşan kir ku ew havînê di karên înşeat û rojane da dixebite û wiha pê da çû: "Bi salan e em zivistanê masiyan digirin. Em îro jî ji bona vê hatin çem. Em cemedê dişkênin û masiyan digirin û debara xwe wisa dikin. Wan dibin navçeya Hamûrê û kîloya wan bi 6 lîreyî difiroşin."

Ji masîgiran Ahmet Yakut jî destnîşan kir ku di hewaya sar da girtina masiyan karekî zehmet e lê ji bo debara mala xwe ew bi mecbûrî vî karî dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.