Türkan Tosun
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 29 Gulan 2020
Piştî zivistaneke dijwar biharê li Agiriyê rûyê xwe nîşan da.
Ava berfa ku heliya xwezayê zindî kir, deşt û zozan hêşîn bûn.
Kulîlkên zer ên li eraziyan vebûn dîmenên wisa xweş derxistin holê ku mirov metel dimîne.
Qedexeya derketina derva ya ku 4 rojan dewam kir qediya û niha mirov derdikevin deşt û zeviyan ku bêhna xwe bidin.
Zeviyên bi kulîlkan va xemilîn mazuwaniya welatiyan dikin.
Ciwanan kulîlk berhev kirin û wêne kişandin.