Sevim Hatun
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
ANTALYA
Li Gazîpaşaya navçeya Antalyayê, ji ber ku hewa germ bû kulîlkên darên behîvan sê meh zû vebûn.
Li Taxa Karalara Gazîpaşayê ku lê germahiya hewayê heta 20 pileyî derdikeve kulîlkên piraniya daran weşiyan.
Ji cotkaran Veî Elmasê ku ji bo jina xwe ya ducanî behîv kom dikir got ku di vê demsalê de ev nîmeteke mezin e û wiha dewam kir: "Em li ciyê herî xweş ê Tirkiyeyê dijîn. Ji bo ku li vir hewa germ bû daran berî demsalê kulîl vekirin. Min ji bo xanima xwe hin behîvên ter komkirin."