Hüseyin Yıldız
03 Îlon 2022•Rojanekirin: 07 Îlon 2022
Çiyayên Îdira ku xwedî avûhewayeke hişkayî ne li hemberî erozyonê wê bi darên behîvan bên parastin.
Midûriyeta Karsaziya Daristanê ya Îdirê dendikên behîvan ên ku ji Datçaya navçeya Muglayê hatine anîn di navbera salên 2005 û 2021ê da li sekûyên li çiyayên Îdirê hatine vekirin danîn.

Ji 60 hezar donim erdê ku erozyon çêdibe bi qasî 40 hezar donimî dendikên behîvan hatin danîn û niha piraniya wan bûne dar û behîv digirin.
Behîvên ji wê derê tên berhevkirin jî wê li deverên din ên çiyayên Îdirê bên danîn.

- Hewcedariya wan bi avê tuneye
Darên behîvan ji ber ku avdanê naxwazin li bajêr ji bo têkoşîna li hemberî erozyonê tên bikaranîn. Bi vê xebatê tê xwestin ku him bila ax bê parastin û him jî behîvên li bajêr tên berhevkirin zêdetir bibin.
Midûrê Karsaziya Daristanê yê Îdirê Taner Tazegun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li hemberî erozyonê nebata herî baş darên behîvan e û ew ji ber ku bi rêk û pêk avdanê jî naxwaze ciyê xwe digirin û hêşîn dibin.