Nihat Kavşut
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
IGDIR
Li Îdirê Çiyayê Tekeltiyê yê dişibînin çiyayê K2yê ku li dinyayê ji çiyayên asê ye di demên dawîn da bi xebatên nasandinê bala çiyageran dikşîne.
Çiyayê Tekeltiyê yê li Akoluka gundê navçeya Tuzlucayê ye û dişibînin çiyayê K2yê yê li ser sînorê Pakistan û Çînê bi xebata rayedar û çiyageran bala gelek werzişvanên çiyager dikşîne.
Osman Engîndenizê Midûrê Çand û Tûrîzmê ya Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bona çiyayê Tekeltiyê balê bikşîne xebatên curbecur dikin.
Engîndeniz diyar kir ji xebatên hatin kirin encamên erênî derketin û wiha got: "Bi xebatên Walîtiya Îdirê û Îdareya Taybet rêya Çiyayê Tekeltiyê çêbû. Li herêmê ji xeynî çiyageriyê bisqilêtsiwarî, xweşemitandin û meş tê kirin."
Osman Engîndeniz destnîşan kir ji bona kesên dixwazin hilkişin çiyê şert û mercên baş li çiyayê Tekeltiyê hene û wiha got: "Li derdora Îdirê çiya hene û bajar li xwarê ye. Çiyayên derdora bajêr bilind in û yek ji wan jî Çiyayê Tekeltiyê ye. Çiya 2 hezar û 552 mêtro bilind e û asê ye."
Engîndeniz diyar kir li herêmê gelek çiya hene ji bona çiyageran û got bi taybetî di demên dawîn da qefîle tên Çiyayê Tekeltiyê.
Selma Guvena ji Muglayê ji bona hilkişe Çiyayê Tekeltiyê hatiye destnîşan kir çiyayekî balkêş e û gelek kêfa wê jê ra hatiye û got 2 meh berê min navê çiya bihîst û ji bona hilkişim çiyê hatim.