İbrahim Atmaca
31 Tebax 2020•Rojanekirin: 03 Îlon 2020
Ji bo ku di qada navneteweyî da danasîna bedewiyên siruştî yên Agiriyê û nirxên wê yên çandî were kirin, li navçeya Bazîdê bi beşdariya mankenên navdar Defîleya Platforma Dîjîtal a Kreasyona Zivistana 2020-21ê ya Dosso Dossi Fashion Showê hat lidarxistin û piştî ku li Çiyayê Agiriyê û qada li gor baweriyê Keştiya Nûh lê ye, wêne û vîdeo hatin kişandin, defîle kuta bû.
Defîle li Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî dest pê kir û kişandina wêne û vîdeoyên roja duyemîn li quntara Çiyayê Agiriyê nêzî gundê Uzengîlîyê (Meşar) ku li gor baweriyê şopên Keştiya Nûh lê hatine dîtin, dewam kirin.
Defîle li ber menzereya Çiyayê Agiriyê di nav texeyên gîhê da hat kirin û mankenên navdar Wilma Elles û Dîdem Soydan jî beşdar bû.
Piştî derketina şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) defîle cara ewil hat kirin û wê li 50 welatî zêdetir ser platforma dîjîtal were weşandin. Welatiyan jî di roja dawî ya defîleyê da eleqeyeke mezin nîşan dan.
Mankenên navdar piştî defîleyê li herêma dîrokî ku li gor baweriyê şopên Keştîya Nûh lê hatine dîtin, geriyan.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Dosso Dossi Fashion Showê Hîkmet Eraslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Agiriyê ye û ji bo ku piştî şewbê turîzma herêmê cardin dest pê bike wî defîle li axa ku lê hatiye dinyayê li dar xist.
Eraslan diyar kir ku di defîleyê da kişandina wêne û vîdeoyan pêşiyê li Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî dest pê kir û wiha dewam kir:
"Piştî kişandina ewil a wêne û vîdeoyan em rastî bertekên pir erênî hatin. Em îro jî li gundê Meşarê yê ku ez lê hatime dinyayê ne. Weke hûn dibînin li ber menzereya muhteşem a Çiyayê Agiriyê em defîleyeke pir xweş dikin. Em ê van wêne û dîmenên ku em dikşînin tev berhev bikin û di serî da Bazîd, em dixwazin danasîna hemû Herêma Rojhilatê Anadoluyê bikin. Ev defîle ne tenê li Tirkiyeyê, wê li 50 welatî zêdetir ser platformên dîjîtal were weşandin."
- Mankenên navdar bûn heyranê Bazîdê
Mankena navdar Wilma Ellesê got ku kişandina wêne û dîmenan pir xweş derbas bû.
Ellesê destnîşan kir ku li Bazîdê nirxên muhteşem û cihên siruştî yên pir xweş hene û wiha dewam kir, "Ez pir kêfxweş im îro li vê derê me. Divê miheqeq her kes vê derê bibîne. Ji bo keşifkirina van bedewiyan ez dixwazim hê li vê derê bimînim. Ez berî niha li New York û Stenbolê derketim podyumê, lê vê derê bi rastî jî pir cuda ye, heta niha defîleya min a herî girîng bû ev defîle."