Jiyan

Cesedê operatorê ketibû bendavê hat dîtin

Haydar Şahin  | 26.05.2020 - Rojanekırın : 27.05.2020
Cesedê operatorê ketibû bendavê hat dîtin

Muş

Li Mûşê di înşaeta bendavê ya dewam dike da operator bi makîneya kar va ketibû golê. Cesedê operator hat dîtin.

Du roj berê Omer Demirê 45 salî bi eskavatorê va li înşaeta Bendava Alparslan-2yê ya li ser rêbejaya Mûş-Vartoyê keitbû avê û ji bo dîrina wî xebatên lêgerînê îro ber destê sibê dîsa dest pê kirin.

Polêsên xozneber ên ji Wan û Bidlîsê hatin bajêr li herêma ku operator ketibû xebitîn û îro cesedê wî ji avê derxistin.

Xanima Demir û zarên wî jî li herêma bûyerê bûn, dema cesed hat derxistin girîn bi malbatê ket û ekîbên tendirustiyê midaxeleyî wan kirin.

Cesedê Demir ji bo otopsiyê şandin Meletiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın