Hakan Sarı
29 Nîsan 2023•Rojanekirin: 01 Gulan 2023
Akgola li Ozalpa navçeya Wanê ku ji ber guherîna av û hewayê ya gerdûnî ava wê gelekî kêm bûbû, bi baranên îsal bi ser xwe va hat û mîna berê tijî bû.
Gola bi qasî 30 kîlometre ji navçeya Ozalpê dûr e û qasî 9 kîlometre jî perava wê heye ji ber hişkayiyê ava wê kêm bûbû.
Dema ava Akgolê hebû bi dehan cûre çûk, rewil û heywan li der û dora golê dijiyan û her wiha bi helîna berfê û barîna baranê ava golê dîsa zêde bû.
Çûkên ku berê ji ber hişkayiyê rêyên xwe guhertibûn bi tijîbûna golê dîsa tên warên xwe yên berê.
Serokê Odeya Ziraetê ya Ozalpê Şayettîn Ceylanci bi bîr xist ku par ji ber hişkayiyê gol bi tevahî ziwa bûbû û wiha domand: "Bi barîna baranê û helîna berfê gol dîsa tijî av bû. Ev der du sal berê bi tevahî ziwa bûbû û av tê da nemabû."
Mixtarê Taxa Bagriaçikê Necmettîn Yalin got ku îsal bi saya barana ku di adar û nîsanê da xweş barî golê av girt û hêvî dikin ku ev baran di gulanê da jî bibare û hişkayî çênebe.