AGRI
Li navçeya Avkevira Agiriyê salek berê berxeke pêncpê çêbû, berxa pêncpê balê dikşîne.
Fesîh Ozdenê ku li gundê Yardimcilarê heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi awayekî xwezayî berx çêbûye û li kêleka piyê çepê piyekî din jî heye.
Ozden diyar kir ku piyê pêncan ji piyê çepê 4 santêmî kêm e û balê dikşîne û wiha got: "Dema çêbû me got astengdar e û dê mirar bibe, lê paşê me dît ku wekî berxên din saxlem e. Yên dibînin diheyirin û tên mala me û lê dinihêrin, bala mirovan dikşîne. Ev jî dayîna Xwedê ye."