Ömer Tarsuslu
04 Hezîran 2024•Rojanekirin: 11 Hezîran 2024
Bendava Qersê digel gelek teyr û tilûrên koçber, di salên dawîn da mazûvaniya pelîkanan dike.
Ji ber ku li deverên gundewar çandiniya avî dest pê kir û di çarçoveya projeya "Ava Golê" ya seba ava vexwarinê da Bendava Qersê ket fealiyetê û ji 2018an vir va pêşiya bendavê tê girtin ku av tijî bibe.
Piştî ku piraniya bendavê tijî av bû, li herêmê jiyana kovî jî geş bû û herêm mazûvaniya teyr û tilûrên wekî pelîkan, angut, qirmiraviya reş, qaqlîbaz û werdeka serkesk dike.
Di salên dawîn da pelîkan ref bi ref tên ser bendavê.
Dîmenê pelîkanên li ser avê bi droneyê hat kişandin.