Bedewiyên veşartî yên Diyarbekirê bala geştiyaran dikişînin
Bi taybetî giravokên li peravên Gola Bendavê ya Dicleyê, geliyê li peravên Bendava Kralkiziyê, Keleha Kefrûnê ya li navçeya Qulpê û qada ger û geştê ya li navçeya Êgilê bal û dêna geştiyaran dikişînin.

Diyarbakir
Bedewiyên veşartî yên li navçeyên Diyarbekirê bala geştiyaran dikişînin.
Li Diyarbekirê piştî ku hizûr û aramî çêbû, eleqeya ji bo bedewiyên veşartî yên bajêr zêde dibe.
Bi taybetî giravokên li peravên Gola Bendavê ya Dicleyê, geliyê li peravên Bendava Kralkiziyê, Keleha Kefrûnê ya li navçeya Qulpê û qada ger û geştê ya li navçeya Êgilê bal û dêna geştiyaran dikişînin.
Giravokên li peravên Gola Bendavê ya Dicleyê ku 15 kîlometre dûrî navçeya Erxeniyê ye, li herêmê eleqeyeke mezin dibînin.
Geliyê li peravên Bendava Kralkiziyê ku 62 kîlometre dûrî navenda Diyarbekirê ye, bi şekl û şemalên xwe yên balkêş li herêmê dereke girîng e.
Keleha Kefrûnê ya li navçeya Qulpê ku dîroka wê 5 hezar sal e, li herêmê dereke balkêş e û gelek kes tên dîtina wê.
Qada ger û geştê ya bi navê Selmanê ya ku li navçeya Êgilê ye bi tebîeta xwe ji bo kesên ji bajêr direvin û ji gerê hez dikin, warê ger û bêhnvedanê ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.