Rıdvan Korkulutaş,Aydın Arik
31 Tebax 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Li Bîngolê Omer Çagatay 35 sal in mozvaniyê dike û karê xwe hînî keç û kurê xwe jî kiriye. Ji bo ku xêr û bereketa hingiv zêde bibe, bav û zarok di cî da nasekinin û pir dixebitin.
Omer Çagatay (69), Ferdiyê (40) kurê wî û Emîneya (26) keça wî mil dan hev û bi 14 kewaran dest bi hilberîna hingiv kirin û di 35 salan da jimara kewarên xwe derxist 550yî.

Malbata Çagatay zivistana xwe li Herêma Çukurovayê, havîna xwe jî li navçeya Karliovayê zozanên derbas dike. Malbat ji xêr û bereketa îsal bi hêvî ye.
Malbatê par 6 ton hingiv hilda, îsal li benda 9 tonî ye. Malbatê hingivê xwe bi derveyî welêt jî da nasîn û digel nava welêt ji Almanya, Fransa, Hollanda, Iraq û Îranê ra jî dişînin.

Omer Çagatayê bavik ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi zarokên xwe va zozan zozan digere û mozan xwedî dike.
Çagatay daxuyand, ew ji aliyekê va mozvaniyê dike ji aliyekê va jî vî pîşeyî fêrî nifşên nû dike û wiha dewam kir, "Taybetiya hingivê Bîngolê ew e ku hingivê gonî û cehtiriyê ye. Hingivê herî xweş hingivê goniyan e. Xêr û bereketa îsal baş e."

Ferdî Çagatay jî diyar kir, wî di 14 saliya xwe da dest bi mozvaniyê kir û 26 sal in ew vî karî didomîne.