Damlanur Teyhun,Murat Başal
08 Tebax 2023•Rojanekirin: 09 Tebax 2023
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê pêla germaniyê ya tesîra xwe zêde kir, bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Endazyara Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê Humeyra Betul Akgulê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê vê hefteyê ew pêşbînî dikin ku germahî 6 an jî 8 pile di ser asta pileyên asayî yên demsalê da be.
Akgulê bal kişand ku zêdebûna germahiyê li navendên parêzgehan duh dest pê kir û her wisa ew texmîn dikin ku heya 10ê Tebaxê Roja Pêncşemê germahî 4-5 pileyan zêde bibe.
Akgulê wiha xeberda, "Li Baxlara navçeya Diyarbekirê germahî ji 39 pileyan roja pêncşemê derdikeve 45an. Li Heskîfa Batmanê, Cizîr û Sîlopiya Şirnexê, Bismila Diyarbekirê germahî dê roja pêncşemê derkeve ser 45 pileyan. Li navçeyên nêzîkî başûr dê derkeve heta 48 pileyan. Em li benda germahiya maksîmum in. Ev, qedera 8 pileyan zêdetirî pileyên asayî yên demsalê ye."
Akgulê bal kişand ku di van rojên germ da divê zarok, kal û pîr û kesên nexweşiya wan a kronîk heye baldar bin û di hundir da û her wiha li ber siyê bin.