Elif Orhan
29 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Hakan Kiymazê hosteyê sifirê yê Edeneyê bi xanim û du zarokên xwe va bajar bajarê digere û sifirkeriyê dike.
Kiymazê ku li Batmanê di dezgeha ku li nav kuçeyan danî da sifirê (qelay) dike got ku bajar bajar digere û karê xwe dike, sifirkerî ji kalikên wî maye û ji bîreweriya xwe vir va vê karê dike.
Hakan Kiymazê hosteyê sifirê yê ji Edeneyê bi xanim û du zarokên xwe va bajar bajarê digere û sifirkeriyê dike. ( Muhyeddin Beyca - Anadolu Agency )
Kiymaz da zanîn ji ber ku amûrên sifir kêm bûn pîşeya wî jî ber bi windabûnê va diçe û diyar kir çiraxên ku dê vê karê bidomînin dernakevin.
Kiymaz got ku ji Edeneyê hat Batmanê û wiha axivî: "Em nimreya telefona xwe didin esnaf. Dema hewcehî çêbe telefonî me dikin. Ez naxwazim ev kar winda bibe û neyê kirin lê ji ber sedemên ji dest nayên tiştekî ku bê kirin tune. Amûrên sifir bêtir li loqenteyan tên bikaranîn. Divê qabên sifir ên ku wekî qabên xwarinê tên bikaranîn salê carekî bên sifirkirin."
Bajar bajar digere û sifirkeriyê dike
Şahîn Kiymazê (14) kurê Hakan Kiymaz jî got ku di tetîlan da bi bavê xwe ra bajar bajar digerin û ji bo ku ev kar neyê jibîrkirin dê vê karê bidomîne.