02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
BÎTLÎS
Ji ber bager û zîpika ku li navçeya Bedlîsê Tetwanê bitesîr dibin gelk welatî bi erebeyên xwe di rê de asê man.
Ji ber şert û mercên giran rêyên Bedlîs-Tetwan, Exlat-Norşîn, Tetwan-Norşîn û Exlat-Hîzan hatin girtin.
Ji bo welatiyên di rêyan de mexdûr bûne bên xelaskirin xebat hat destpêkirin.
Şaredarî û rêvebiriya rêyan bi hev re dixebitin.
Mesafeya hevdîtinê li deverê daketiye sifirê û gelek nexweşên ku li navçeya Rehwayê çûbûn nexweşxaneyê li wir asê man.
Ji nexweşxaneyê bi hoparloran anons hat kirin û xelk der barê derneketina derve de hat hişyarkirin.
Ji bo welatiyan Qeymeqamiya Tetwanê û Şardariyê navenda qeyranê ava kirin.
Şardar Fettah Aksoy diyar kir ku ji wextê bagerê destpê kiriye hemû wesaîtên xwe xistine kar.