Ayşe Yıldız
06 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2022
Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê 2 kûçikên pîtbull pê girtibûn û birîndar kiribûn û paşê jî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê kiribûn hatibû ameliyetkirin û neqş çerm hatibû kirin. Enfeksoyona Asiyekê êdî hildan bin kontrolê û Asiyeyê carekî dîsa were emeliyatkirin.
Prof. Dr. Omer Ozkanê li dinyayê cara ewil emeliyata neqla rehîmê, neqla çermê rû, neqla du milan kiribû û ekîba wî dermankirina Asiyeyê didomînin.
Zeynep û Huseyîn Ateşê dê û bavê Asiyeyê jî li cem in û piştgiriyê didin wê.
Prof. Dr. Ozlenen Ozkana Rektora Zanîngeha Akdenîzê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rewşa Asiyeyê baş e û li serwêsê tê şopandin.
Ozkanê diyar kir ku kêfa Asiyeyê li şûnê ye û wiha axivî: "Malbata wê li cem e. Morala wê baş e. Dixwe, vedixwe û diaxive. Em emeliyateke din pîlan dikin. Hefteya pêşiya me emeliyatê were kirin. Rewşa çermê me neqil kir vê gavê baş e. Enfeksiyon di kontrolê da ye. Em ê ji bo deziyên serûçavên wê emeliyatekê bikin."
Prof. Omer Ozkan jî diyar kir ku Asiyeyê teqîb dikin, di nav hefteyekê da deh rojan da ew ê emeliyata duduyan bikin.