Türkan Tosun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
KARS
Xirbeyên Aniyê yên ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê yên UNESCOyê de cih digirin û wek "Bajarê Cîhanê", "Landika Şaristaniyan", "Dêra Hezaryek" û "Bajarê 40 Derî" tê binavkirin di her çar demsalan de jî bala turîstan dikişîne.
Xirbeyên Aniyê li Arpaçaya navçeya Qersê li ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê ye. Di navbera salên 961-1045an de dema Xanedana Pakraduniyê de ji hikumdarên Ermeniyan re paytextî kiriye.
Ev bajarê qedîm xwedî berhemên avasaziya Îslamê ya sedsalên 11 û 12emîn e û di 15ê tîrmeha 2016an de li ser Lîsteya Mîratên Dinyayê yên UNESCOyê hat zêdekirin.
Herêma ku bermayiyên wê heta salên 3 hezarî yên beriya zayînê diçe û ji 23 şaristaniyan re mazûvanî kiriye di her çar demsalan de jî bala turîstan dikişîne.
Necmettîn Alpê Midûrê Muzeya Qersê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand bermayiyên Aniyê yek ji wan cihên herî dîrokî yên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye.
Alp got piştî ku ev der ketiye nav lîsteya UNESCOyê zêdetir eleqe kişandiye ser xwe û wiha axivî: "Di sala 2017an de 41 hezar û 685 kesan, di du mehên ewil ên sala 2018an de jî 24 hezar û 950 kesan Xirbeyên Aniyê ziyaret kir. Ji sedî 70-80 zêdebûn heye."