Türkan Tosun
11 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di bin sifirê de bi 4 pileyan ve li Qersê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê ewrayî be. Serê sibê û bi şev wê qeşa, mij û dûman çêbibe.
Li gor demsalê germahî wê 1-3 pile zêde be.
Germahiya herî kêm a bi şev li Îdirê û Tunceliyê 3 pile, li Erzinganê pileyek, li Erziromê di bin sifirê de pileyek, li Agiriyê di bin sifirê de 2 pile, li Erdexanê di bin sifirê de 3 pile, li Qersê jî di bin sifirê de 4 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî li Îdirê 17, li Erzingan û Tunceliyê 15, li Agiriyê 10, li Erziromê 9, li Qers û li Erdêxanê jî wê 8 pile be.
Qalindahiya berfê li navenda xweşiqitandinê ya Palandokenê 80, li Sarikamîşê 70 û li Yalnizçamê jî 30 santêm e.
Rayedaran ji ber şepeyê hişyarî da welatiyan.