Mehmet Kumcağız
17 Nîsan 2023•Rojanekirin: 19 Nîsan 2023
Li Adiyemanê bi hatina biharê ra kulîlk vebûn û siruşt rengîn bû.
Li bajêr germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye, darên behîvan kulîlk vedan, nêrgiz û gûlebûk zûtir vebûn.
Li bajarê ku tesîra erdhejê lê çêbûye xemgînî û kêfxweşî bi hev ra ye, lê kulîlkên vedibin bajêr dixemilîne.
Kesên dixwazin xwe hinekî ji tesîra erdhejê dûr bixin diçin ziyareta Merzelên Sofrazê yên 1800 salî, Çiyayê Nemrûdê, Bajarê Kevnar ê Perreyê, Pireya Kizîlînê, Geliyê Kizîlînê û cihên dîrokî.