Sidar Can Eren
17 Nîsan 2023•Rojanekirin: 24 Nîsan 2023
Li Ovacik, Çemîşgezek û Pulumura navçeyên Tunceliyê bi hatina biharê ra li gundên bilind xunçeyên guldexwînan vebûn.
Li bajarê ku di navbera çil û çiyayên asê û tîk da ava bûye, piştî zivistana dûr û dirêj, siruşt bi xwe va hat û rengîn bû.
Li navçeyên Ovacix, Pulumur û Çemîşgezekê li gundên çiyayî yên raqima wan 3 hezar e û li jî guldexwînan kulîlk vedan.
Guldexwîn bi tonên rengê sor va siruştê dixemilîne.
Guldexwînên ku emrê wan nêzî 15-20 rojan e, bala siruşthez û hezjêkerên kişandina wêneyan jî dikişîne.