Ayhan Babat
18 Nîsan 2023•Rojanekirin: 18 Nîsan 2023
Li Uludereya navçeya Şirnexê minîbusa rêwiyan wergeriya û tevî şofêr 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa ku Haşim Çorak diajot û plaqeya wê nayê zanîn li texma gundê Yemişliyê ji kontrolê derket û li lewheya rê qelibî û di pey ra jî wergeriya.
Li ser hewardaxistina kesên li derdorê ekîbên tenduristî û cendirmeyan çûn ciyê qezayê û piştî midaxeleya ewil kesên birîndar ji wesaîtê derxistin.
Ekîbên tenduristiyê 7 rêwiyên birîndar û Haşim Çorakê şofêr birin nexweşxaneyên Şirnex û Uludereyê.
Li gor agahiyan rewşa birîndaran baş e.