Jiyan

"Zîplîne"ya ku li ser Çemê Feratê hat avakirin balê dikşîne

Piçûk û mezin, niştecihên navçeyê û ziyaretvanên ji derva tên eleqeyeke mezin nîşanî xeta "zîplîne"yê ya ku li Kebana navçeya Elezîzê li ser Çemê Feratê hat avakirin, didin

Elif Irmak  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 26.09.2020
  "Zîplîne"ya ku li ser Çemê Feratê hat avakirin balê dikşîne

Elazig

Li Elezîzê li navçeya Kebanê ya ku ji ber taybetmendiyên xwe yên turîstîk her sal gelek ziyaretvanan diezimîne xeta "zîplîne"yê ya ku li ser Çemê Feratê hat avakirin piçûk û mezin, niştecihên navçeyê û ziyaretvanên ji derva tên bala her kesî dikşîne û rastî eleqeyeke mezin tê.

Demek berê muteşebîs Mahmut Arslan xeta zîplîneyê ya ku 20 mêtro ji çem bilind e û ji parkureke ku 300 mêtro çûyîn û 300 mêtro jî hatinê pêk tê ava kir.

Hezkiriyên adrenalînê yên ku ji ser werîsê pola yê ku bi 25 kîlomêtro lezê tê kişandin dişemitin kêfa manzaraya bêhampa jî derdixînin.

Xeta zîplîneyê ya ku potansiyela navçeyê ya ku bi cihên tebiî û dîrokî yên wekî Gola Bendavê ya Kebanê, Kanyonên Karaleylek û Saklikapiyê, Sûlava Çirçirê, tesîsên masîpankan û Mîzgefta Yusuf Ziya Paşa va balê dikşîne dan ber çavan û avakirin biqasî ziyaretvanên ji derva tên rastî eleqeya niştecihên navçeyê jî tê.

Heta niştecihên navçeyê yên ku bi cil û bergên herêmî va sorf dikin bi dîmenên xwe yên rengîn gelekî balê dikşînin.

Muteşebîs Aslan gote nûçegihanê AAyê û ji bo ku piştgiriyê bidin turîzma navçeyê piştî xebateke biqasî salekê li ser Çemê Feratê xeta zîplîneyê ava kirin.

Aslan got "Kesên ku li ser çemê Feradê sirfê dikin dikarin Bendava Kebanê, Pireya Feratê û xweşikahiyên tebiî yên çêm temaşe bikin. Her wiha çiyayên ku ji herdu aliyan va navçeya me dipêçin jî dikarin ji aliyên cuda va bên dîtin." û bangî herkesî kir ku bên û xweşikahiyên Çemê Feratê û navçeyê bibînin.

- "Hesteke wisa ye ku kelecaniyê dide"

Ji niştecihên navçeyê Şerîfe Ekemena 51 salî jî got ku cara ewil li ser xeta zîplîneyê şemitî, ev aktîvîteyeke xweş e û kelecaniyê dide.

Ekemenê got ku "Bila ji her temenî mirov bên. Xweşikahiyên Ferat û Kebanê bibînin, kêfa zîplîneyê derxînin. Ez di vî emrê xwe da bi zîplîneyê şemitîm, gelekî xweş bû, kîngê firsenda min çêbe ez ê bêm, pêşniyazî herkesî dikim."

Sabîha Çelîkê jî behs kir dema kesên ku bi zîplîneyê dişemitîn dît biryar dan ku biceribînin û got ku "Veberhênaneke gelekî xweşik hatiye kirin. Hesteke wisa ye ku kelecaniyê dide, divê herkes vê hestê tehm bike."

Bedrî Yaman jî diyar kir ku ji bo seyranê bi malbata xwe ra hat navçeyê û got ku "Ji bo ku zarok şa bibin me ew li zîplîneyê siwar kir. Me jî stresa xwe ji ser xwe avêt. Em dixwazin ku fealiyetên bi vî rengî li Elezîzê zêde bibin. Em spasiya xwediyê tesîsê dikin, bi rastî jî xweşik çêbûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın