Halil İbrahim Avşar
27 Nîsan 2021•Rojanekirin: 28 Nîsan 2021
Riza Kayaalpê ku di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ya ku li Varşovaya paytextê Polonyayê hat kirin da di stîla grekoromen 130 kîloyê da madalyaya zêrîn qezenc kir Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê Yusuf Ozhan Riza Kayaalpê gulaşgirê neteweyî yê ku cara 10emîn bû şampiyonê Ewropayê ziyaret kir.
Ozhan ji ber serkeftinên bi dest xist Kayaalpê gulaşgirê neteweyî pîroz kir.
Ozhan bi bîr xist ku gulaşgirê neteweyî cara 10emîn bû şampiyonê Ewropayê û ji bo Olîmpiyatên Tokyoyê ji Riza Kayaalpê ra serkeftinê xwest.
Riza ji ber ku her dem li ba werzişvanan e spasiya AAyê kir û piştî qebûlê bû mêvanê Sohbetên Werzişê yê AAyê.