ji saziyê

Ji malbata Abdulkadîr Nîşanci peyama spasiyê

Malbata nûçegihanê me Abdulkadîr Nîşanciyê ku di 10 gulanê da dema xebatên vekirina rê ya li Çiyayê Soganliya di navbera Bayburt-Trabzonê da dişopand gindirî kendalê û 14 roj şûnda hat dîtin, peyama spasiyê weşand

İbrahim Atmaca  | 29.05.2019 - Rojanekırın : 30.05.2019
Ji malbata Abdulkadîr Nîşanci peyama spasiyê

Bayburt

Malbata nûçegihanê me Abdulkadîr Nîşanciyê ku di 10 gulanê da dema xebatên vekirina rê ya li Çiyayê Soganliya di navbera Bayburt-Trabzonê da dişopand gindirî kendalê û 14 roj şûnda hat dîtin, peyama spasiyê weşand.

Çîgdema jina Abdulkadîr Nîşanci û Nafîz Nîşanciyê bavê wî di peyama ku weşandin da ji ber ku hemû derfetên dewletê seferber kir û xebatên lêgerînê ji nêz va şopand wekî malbat spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û ji ber ku piştgirî da xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî spasiya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kirin.

Di peyamê da spasiya Ajansa Anadoluyê jî hat kirin û wiha hat gotin:

"Midûrê Giştî Birêz Şenol Kazanci di serî da em taybetî spasiya rêvebirên Ajansa Anadoluyê û ekîbên wê yên herêmî dikin. Lewra ji destpêka windabûnê pê va ne wek sazûmanî, ji dil û însanî timî ligel me bûn."

Malbata Nîşanci spasiya Serokê Meclisê Mustafa Şentop, pêşeng û nûnerên partiyên siyasî jî kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.