Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Hûrgiliyên peymana Tirkiye-Amerîkayê

Di navbera Tirkiye û DYAyê da piştî hevdîtinên derbarê Herekata Kaniya Aştiyê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya hevpar a ji 13 madeyan pêk tê hat dayîn.

Elif Orhan  | 17.10.2019 - Rojanekırın : 18.10.2019
Hûrgiliyên peymana Tirkiye-Amerîkayê

Ankara

Di navbera Tirkiye û DYAyê da piştî hevdîtinên derbarê Herekata Kaniya Aştiyê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya hevpar a ji 13 madeyan pêk tê hat dayîn. Di daxuyaniya hevpar da hat diyarkirin ku Amerîka fikarên rewa yên Tirkiyeyê yên di warê ewlehiyê de li ser sînorê başûr fêm dike û hat gotin ku "Tirkiye û DYAya ku "du endamên nêz ên NATOyê ne" di berdewamiya fealiyetên têkoşîna dijî DEAŞê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê da biryardar in."

Piştî hevdîtina rûbirû ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Alîkarê Serokê Amerîka Mike Pence, hevdîtinên di navbera heyetên rayedarên herdu welatan da "Daxuyaniya Hevpar a Tirkiye-Amerîkayê ya Derbarê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê da" ya ji 13 madeyan pêk tê bi raya giştî ra hat parvekirin.

Daxuyanî bi gotinên "Tirkiye û Amerîka weke du endamên nêz ên NATOyê vê têkiliya xwe teyîd dikin. Amerîka fikarên rewa yên Tirkiyeyê yên di warê ewlehiyê de li ser sînorê başûr fêm dike" û hat diyarkirin ku herdu welatan qebûl kir ku di serî da bakurê rojhilatê Sûriyeyê geşedanên li saheyê li ser bingeha berjewendiyên hevpar da kordînasyoneke nêztir dixwaze.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Tirkiye û DYA bi têgehiştina 'em hemû ji bo yekî ji me, yek ji me ji bo me hemiyan' teahudên xwe yên parastina ax û gelên NATOyê li hember hemî cure tehdîdan, dubare dikin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku herdu welatan teahudên ji bo parastina jiyana mirovan, mafên mirovan û parastina civakên dînî û etnîk dubare kirin û made wiha hatin rêzkirin:

5- Tirkiye û DYA li rojhilatê bakurê Sûriyeyê di berdewamiya têkoşîna dijî DEAŞê de biryardar in. Ev kordînasyona ku dê di mijara şexsên ku berê li cihên di bin kontrola DEAŞê da dijiyan lê ji cihên xwe hatin kirin û navendên ragirtinê da bi awayekî guncav bê kirin jî dihewîne.

6- Tirkiye û DYA li ser wê yekê mitabiq in ku di warê têkoşîna dijî terorê de tenê, unsûrên terorê, kozik, çeper, çek, wesayit û amûrên terorê hedef bigirin.

7- Aliyê Tirkiyeyê, teahud dike ku asayişa hemî niştecihên li herêma ewle ya ku hêzên Tirkî kontrol dike, biparêze. Ji bo sivîl û binesaziya sivîl zirarê nebîne dê gelekî baldar be.

8- Herdu welat pabendiya xwe ji bo pêvajoya siyasî ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ku dawîlêlanîna îxtîlafa li Sûriyeyê li ser esasa yekîtiya siyasî û yekperçeyiya axa Sûriyeyê li gorî biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariya NYê dubare dikin.

9- Herdu alî mitabiq dimînin ku Tirkiye ji bo berhevkirina çekên giran ên YPGê, têkdana hikumranî û mewziyên YPGê û herwiha nehiştina fikarên di warê ewlekariya millî de xwedî roleke giring e.

10- Herêma ewle, di serî de dê bin kontrola artêşa Tirkiyeyê de be û herdu alî di warê cîbicîkirina herêma ewle de dê xebata bihevre zêde bikin.

11- Aliyê Tirk bi temînata ku YPG di nav 120 saetî da ji herêma ewla vekişe dê navberê bide Herekata Kaniya Aştiyê. Herekata Kaniya Aştiyê piştî temamkirina vê paşvekişînê dê bê rawestandin.

12- Dema ku navber dan Herekata Kaniya Aştiyê Amerîka dê mueyîdeyên nû li ser mueyîdeyên ku li gor Biryarnameya Serokatiyê ya bi dîroka 14ê cotmeha 2019an a bi serenava 'Blocking Property and Suspending Entry of Certain Persons Contributing to the Situation in Syria' hat tetbîqkirin zêde neke û li ba Kongreyê bi xebatên guncav û îstişareyan di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254 ji bo destnîşankirina pêşketina ku li Sûriyeyê ji bo temînkirina aştî û ewlehiyê çêbû mitabiq bimînin. Dema ku Herekata Kaniya Aştiyê li gor madeya paragrafa 11emîn hat rawestandin mueyîdeyên heyî yên ku li gor Biryarnameya Serokatiyê yên li jorê derbas bûn hatin tetbîqkirin jî bên rakirin."

Di madeya dawîn a daxuyaniyê da hat diyarkirin ku herdu alî ji bo pêkanîna hemû hedefên ku di vê daxuyaniyê da hatin ragihandin teahuda bi hev ra xebatê dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın