Herekata Kaniya Aştiyê

Topên hewanê avêtin Ceylanpinarê

Ji alî Sûriyeyê 2 topên hewanê hatin avêtin û ew li navenda navçeya Ceylanpinarê ketin

09.10.2019
Topên hewanê avêtin Ceylanpinarê

Şanlıurfa/Mardin

Ji alî Sûriyeyê li herêmên rêxistinên terorê dagir kirine 2 topên hewanê hatin avêtin û ew li navenda navçeya Ceylanpinarê ketin.

Li gor agahiyên hatin hildan Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê bi armanca rê li ber xeta terorê ya ser sînorê başûr tê avakirin bigire û bi kêrî aştî û aramiya herêmê bê dabû destpêkirin, didome.

Di vê navberê da ji alî Resuleyna ku di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye jî 2 topên hewanê ber bi alî Tirkiyeyê va hatin avêtin.

Herdu top li navenda navçeya Ceylanpinarê ketin.

Di êrîşê da tişt bi kesî nehat.

Li navçeya Nisêbînê dibistan hatin tetîlkirin

- Ji ber Herekata Kaniya Aştiyê li herêmên nêzî sînor ên ser navçeya Nisêbînê dibistan bo rojekê hatin tetîlkirin

Hat ragihandin ku ji ber Herekata Kaniya Aştiyê li herêmên nêzî sînor ên ser navçeya Nisêbînê dibistan bo rojekê hatin tetîlkirin.

Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê bi armanca xeta terorê ya li ser sînorê başûrê Sûriyeyê tê avakirin berteref bike aştî û aramiyê bîne herêmê da destpêkirin, didome.

Walîtiya Mêrdînê jî di vê çarçoveyê da daxuyanî da û ragihand ku ji ber dewamkirina herekatê li Qiziltepe, Şenyurt û Akdogan a taxên ser navçeya Nisêbînê hemû dibistan ji bo rojekê (sibê) hatin tetîlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.