Herekata Kaniya Aştiyê

Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir.

09.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bona Herekata Kaniya Aştiyê daxuyanî da.

Serokomar Erdogan di parvekirina xwe da wiha got: "Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir. Armanca me ew e li sînorên me yên başûr korîdora terorê ya tê avakirin xera bikin û hizûr û aştiyê li herêmê pêk bînin. Bi Herekata Kaniya Aştiyê em ê gefên terorê yên li dijî welatê xwe berteref bikin. Bi saya herêma ewle ku em ê ava bikin penaberên Sûriyeyî wê vegerin welatên xwe. Em ê yekîtiya erdê Sûriyeyê biparêzin û hemû gelên herêmê ji nav lepên terorê xilas bikin. Ez çavê hemû eskerên me yên ku di Herekata Kaniya Aştiyê da cih digirin maç dikim û ji wan û hêmanên hêzên herêmî ra serfiraziyê dixwazim. Xwedê dost û alîkarê me be."

Peyama Serokomar Erdogan bi Îngilizî û Erebî jî hat parvekirin.

Erdogan serokên partiyê siyasî ji herekatê agahdar kir

- Serokomar Erdogan telefonî Kiliçdaroglu, Bahçelî û Akşenerê kir û der barê Herekata Kaniya Aştiyê da agahî da

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonî li Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê, Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê, Meral Akşenera Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê geriya û der barê Herekata Kaniya Aştiyê da agahî da.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan telefonî Kiliçdaroglu, Bahçelî û Akşenerê kir û der barê Herekata Kaniya Aştiyê da agahî da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.