Türkan Tosun
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
BOLU
Wezîrê Daristanê û Karên Avê Veysel Eroglu got: "Çiqasî dixwazin bila ewqasî banekî ava bikin, jixwe ew ban her carê hildiweşe. Îtifaqa wan a ku ava kirin jî wê xirab bibe."
Wezîr Eroglu beriya "Komxebata Dilê Siruştê Bolu" ya ku ji hêla Walîtiya Boluyê, Şaredariya Boluyê, Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê û Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî va li Boluyê di otelekê de hat lidarxistin, pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirseke rojnamevanekî "Hûn der barê îtifaqa CHP, ÎYÎ Partî, Demokrat Partî û Partiya Saadetê ya ji bo hilbijartinê de çi dibêjin?" Eroglu got CHPyê hê namzedê xwe yê Serokomariyê eşkere nekiriye, wê roja înê eşkere bike.
"CHP nizane ew ê çi bike"
Eroglu got der barê namzedê de CHP hê difikire û wiha axivî: "Bawer im hê difikirin, hê nedîtin. Heta bibînin hilbijartin wê biqedin. CHP nizane ew ê çi bike. Jixwe em nanêrin ew çi dikin, em karê xwe dikin. Em niha pir dixebitin. Bila li ser xêrê be. Çiqasî dixwazin bila ewqasî banekî ava bikin, jixwe ew ban her carê hildiweşe. Îtifaqa wan a ku ava kirin jî wê xirab bibe."