03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Hat ragihandin ku îstixbarata Fransayê ji milîtanên çepgir ên Fransayî yên li Sûriyeyê tevlî refên YPG/PKKê bûne ket şikê û ji ber îhtimala ku dibe li Fransayê êrîş li dar bixin, wê wan ji nêz va bişopînin.
Di nûçeya malpera înternetê ya Mediapart a li Fransayê cih girt da hat gotin ku milîtanên çepgir ên tundraw ku li Sûriyeyê tevlî refên YPG/PKKê bûbûn vegeriyan Fransayê û şaxên îstixbarata Fransayê jî guman dikin ku ew milîtan li welêt êrîş li dar bixin.
Di nûçeyê da hat gotin ku îstixbarata Fransayê milîtanên ku ji bo ewlehî û aramiya welêt wek talûke dibîne ji nêz va dişopîne. Milîtanên Fransayî yên ku li Sûriyeyê mane awayê bikaribin êrîş lidarbixin perwerde dîtine û saloxgeriya Fransayê jî ji ber vê yekê ji wan ketiye şikê.
Hat gotin ku îstixbarata Fransayê bi qasî 100 milîtanî ji nêz va dişopîne.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku gelek welatiyên Fransayê li Sûriyeyê di nav refên YPG/PKKê da şer kirin û can dan qismek ji wan jî derbasî Kolombiyayê bûn û li wir tevlî nav komên terorîst bûn û êrîşên terorê li dar xistin.
Îstixbarata Fransayê ji bo milîtanên welatiyên wan ên ku ji Sûriyeyê vedigerin bên tespîtkirin bi Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê ra hevkarî kir.
Hat gotin ku îstixbarata Fransayê bi saya vê xebatê terorîstên derbasî Fransayê dibûn qefalt.
MÎTê axaftinên ku terorîstan ji ser bernameya Skypeyê kiribûn ji Parîsê ra şandiye û ev agahî jî di nûçeyê da cih girt.