Îsraîlê li başûrê Libnanê êrîşên asîmanî li dar xistin
Beyrut
Artêşa Îsraîlê peymana agirbestê ya 27ê Mijdarê binpê kir û li herêma Tuffehê ya li başûrê Libnanê êrîşên asîmanî li dar xistin.
Çapemeniya Libnanê ragihand ku balafirên cengê yên artêşa Îsraîlê bajarokên Mehmûdiye û Çarmakê yên li herêma Tuffehê ku dikeve başûrê wî welatî kirin armanc.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûn da tê dîtin ku piştî êrîşê ji wan herêmên navborî dûman bilind dibe.
Ji meqamên Libnanê heta nuha derbarê kuştî yan jî birîndarên ji ber êrîşê, ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
