Dinya

Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê êrîşa hewayî bir ser Xeze, Refah û Xan Yûnisê

Ramzi Mahmud, Halime Afra Aksoy  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê êrîşa hewayî bir ser Xeze, Refah û Xan Yûnisê

Gazze

 Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê êrîşa hewayî bir ser bajarê Xezeyê, Refah û Xan Yûnisê û avahî teqandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Taxa Tuffahê ya li rojhilatê Xezeyê kirin.

Di gel êrîşên hewayî, eskerên Îsraîlê avahiyên li herêmê jî teqandin. Dengê teqînan li gelek deverên bajêr hatin bihîstin.

Li gorî şahidên bûyerê, li ser bajarokê Benî Suheylayê yê li rojhilatê Xan Yûnisê û li ser hin deverên Refehê jî êrîşên hewayî hatin kirin û xanî hatin teqandin.

Ji firokeyên artêşa Îsraîlê û wesayîtên eskerî gule li ser van herêman hatin reşandin.

Der barê kuştî û birîndaran da hê tu agahî nehatiye dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın