Muhammet Kurşun
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
QUDS
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li 2 binkeyên eskerî yên aîdî rejima Sûriyê û TIReke ku cebhane bar dikir xistiye
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li miqabilî moşekên ji aliyê Sûriyê hatin avêtin li 2 binkeyên eskerî yên aîdî rejima Sûriyê û TIReke ku cebhane bar dikir xistiye
Nehat diyarkirin ka ev êriş ji esman ve hatiye kirin an bi topan. Berê jî di daxuyaniyekê de hatibû îddiakirin ku hin roketên ji aliyê Sûriyê hatine avêtin îsabetî Girên Golanê hatine.
Artêşa Îsraîlê do jî ragihandibû ku di muqabilî êrişa moşekî de operasyona esmanî bo ser Sûriyê hatiye encamdan.