Elif Orhan
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku nûçeyên dibêjin ku sêwik Recep, Tayyîp Erdoganê zarokên Mehmûd û Meryem Yasîna sûriyeyî ya ku ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê xwe sipartin Şanliûrfayê û di sala 2012an de li Tesîsên Bêhnvedanê ya Silêymanşahê ya Akçakaleyê hatin dinê di bombebarana asîmanî ya li Îdliba bajarê Sûriyeyê mirin rastiyê nîşan nadin.
Di daxuyaniya ku ji Walîtiya Şanliûrfayê hat dayîn de hat diyarkirin ku li ser nûçeyên "îdiaya sêwikên sûriyeyî li Îdlibê mirin" lêkolîn hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Li ser nûçeyan di lêkolîna ku ji aliyê Walîtiya me ve hat kirin de hat tespîtkirin ku zarokên sêwik Recep, Tayyîp û Erdogan Yasîn bi malbata xwe re hê jî li konteyner bajêra li Herana navçeya me jiyana xwe berdewam dikin."