Haydar Şahin
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê der barê li Erebistana Siûdî binçavkirina gelek mîrze, wezîr û rayedarên payebilind da peyamên ku piştgiriyê didin Qral Selman bîn Ebdilezîz û mîrzeyê welîehd Mihemed bîn Selman weşand.
Trump di hesabê xwe yê twîtterê da peyama "Qral Selman û Mîrzeyê Weîehdê Erebistana SIûdî dizanin ku çi dikin." weşand
Wekî mayîn Trump di peyama xwe da got, "Hinekên ji kesên ku nerîndiyê tînin serê wan bi salan welatê xwe dotin."
Di seroktiya Wezîrê Parastinê û Mîrzeyê Welîehd Mihemed bîn Selman da roja şemiyê Komisyona Bilind a Seba Têkoşîna Dijî Gendeliyê hatibû avakirin û 11 mîrze, 4 wezîr û bi dehan rayedarên payebilind ên berê û teze ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û hatibûn binçavkirin.
Komisyona Bilind a Seba Têkoşîna Dijî Gendeliyê li gor biryarnameya Qraliyetê bi şev hat îlankirin, raye dan komisyonê ku bikaribe derdest bike, dest bide ser mal û milkê wan kesan û karên lazim in bikin. Ji bo seroktiya komisyonê jî Mihemed bîn Selmanê mîrzeyê welîehd ê kurê Qral Selman hatibû wezîfedarkirin.