Abdullah Tel
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
BEXDA
Wezareta Karên Navxweyî ji bo îdiayên ku agahiyên nasnameya 9 milyon welatiyên Iraqî dane Îranê daxuyanî da û ragihand ku ew bêbingeh in.
Di nûçeya kanala têlevizyona Al Arabiyayê ya Erebistana Siûdî da hat îdiakirin ku Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê agahiyên "Nasnameya Neteweyî" ya welatiyên Iraqê daye rêveberiya Tehranê.
Di nûçeyê da hat gotin ku agahî ji ser Hizbullaha Iraqê ya nêzî Îranê ye hatine şandin û karê agahî parvekirinê jî di heyama Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el Ebadî da hatiye kirin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê jî der barê îdiayê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku îdiayên Al Arabiyayê bêbingeh in û mimkun nîne ku agahiyên nasnameya neteweyî derxin dervayî welêt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku pergala agahiyên nasnameyan tê da cih digire bi dîwarên ewlehiyê ya zîrek tên parastin.