16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Îbadî diyar kir ku ji bo wan silametiya gelê Kerkûk û Herêma Kurdistana Iraqê girîng e û ji bo parastinê soz daye gel.
Daxuyaniya Îbadî li ser têlevîzyona dewletê hat weşandin û Îbadî ji gelê Kerkûkê xwest ku bi hêzên ewlehiyê ra tevkariyê bikin û wiha dewam kir: " Em girîngiyê didin silametiya gelê Herêma Kurdistana Iraqê û bi taybetî gelê Kerkûkê û em ji bo parastinê soz didin gel."
Îbadî got, "Wezîfeya min li gor makezagonê xizmetkirina gel e û li dijî rîska perçebûna welêt parastina yekîtiya welêt e." û wiha dewam kir: "Me ji Herêma Kurdistana Iraqê ra got ku dev ji referandumê berdin, li gor makezagonê tevbigerin û bala xwe bidin têkoşîna DEAŞê. Lêbelê dostên Herêma Kurdistanê li pey berjewendiyên xwe û partiya xwe ketin, ne ya gel."