Abdullah Tel
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
WASHINGTON/ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump operasyona ku Amerîka, Fransa û Îngilistanê li Sûriyeyê dijî rejima Esed li dar xistin nirxand.
Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Ya duh bi şev êrîşeke serkeftî bû. Ez ji Fransa û Îngilistanê ra ji ber bîrewerî û piştgiriya artêşên wan ên xurt, spas dikim. Encam ji vê çêtir nedibû. Wezîfe hat temamkirin."