23 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
KILÎS
Li Kilîsê 2 guleyên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin ketin, di encama bûyerê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ji du guleyên roketê yên ku ji Sûriyeya ku lê şerê navxweyî berdewam dike hatin avêtin yek ket eraziya vala ya li pişt Dadgeha Kilîs yê din jî ket Kolana Acibadem a li Taxa Yavuz Sultan Selîmê.
Piştî bûyerê ekîbên polês û tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Ekîbên polêsan li hawirdor bergiriyên ewlehiyê girtin.
Hatîce Evran, Abdullah Kaçar, Emre Arslan, Mihemed Îdîsayê sûriyeyî, Hasan Polat û kesekî ku navê wî nehat hînbûn di teqînê de birîndar bû. Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Ji birîndaran Hatîce Evran û Abdullah Kaçar digel midaxaleya ku hat kirin mirin.