14 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
HEWLÊR
Peykerê hunermend Şivan Perwer ê li Sêwerega navçeya Şanliûrfayê ye, bi destê kes an jî hin kesên ku nasnameya wan ne diyar e va hat şikandin. Şêwirmendê hunermend Ahmet Şirnakî li ser şikandina peyker daxuyanî da û got ku ew vê êrîşê bi tu awayî qebûl nakin, Perwer alîgirê demokrasî û aştiyê ye û bi êrîşên vî rengî va dixwazin zirarê bidin îmaja wî û wê negihîjin armanca xwe.
Şirnakî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Êrîşa ku birine ser peykerê Şivan Perwer, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Perwer wek sembola muzîk, çand û hunera kurdî ye û li ber dilê gel pir şirîn e. Wî timî xwe daye aliyê aştî û demokrasiyê û ji bonê hewl daye. Di êrîşên bi vî rengî da kesên ku dixwazin zirarê bidin îmaja Perwer, kesên zen dikin ku wê çavê wî bitirsînin, bila bizanin ku nikarin Şivan Perwer bi êrîşên vî rengî va bitirsînin û piçûk bixin."
Şirnakî got ku zirardayîna peykera Perwer va tiştek bi destê kesî nakeve, ew êrîş û êrîşkaran şermezar dike.
Şaredariyê di sala 2009an da peykera hunermend li ser Bûlwara Adnan Menderes çikandibû. Lê di 11ê gulanê da zirar dan peykerê Şivan Perwer ku di dest da tembûra wî hebû û li ser vê şaredariyê peyker ji cihê wê rakiribû ku temîr bike.