Türkan Tosun
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Sererkan Orgeneral Hulusî Akar di ziyareta xwe ya Amerîkayê da behsa têkoşîna ku li dijî rêxistinên terorê tê dayîn kir û li ser PKK/PYD/YPG û DEAŞê di serî da bi taybetî tesîreke wan a neyênî ya li ser sînorê başûrê Tirkiyeyê û ewlehiya herêmê heye sekinî. Akar destnîşan kir, piştî Operasyona Reqayê dîmenên ku derketin holê va cardin hat piştrastkirin ku PYD/YPG û PKK şaxên heman rêxistinê ne.
Sererkaniyê daxuyand Orgeneral Akar di 23 û 24ê cotmehê de li Amerîkayê beşdarî konferansa Sererkanan a "Têkoşîna Dijî Rêxistinên Radîkal ên Alîgirên Tundiyê" bû. Hat gotin ji 73 welatan Sererkan, nûner, rêvebirên payebilind ên NATOyê beşdarî konferansê bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin Orgeneral Akar di konferansê de û hevdîtinên dualî de behsa têkoşîna li dijî rêxistinên terorê kiriye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Orgeneral Akar behsa PKK/PYD/YPG û DEAŞê kir û bi taybetî bal kişand ku tesîreke wan a neyênî li ser sînorê Tirkiyeyê yê başûr û ewlehiya herêmê heye. Akar destnîşan kir, piştî Operasyona Reqayê dîmenên ku derketin holê va cardin hat piştrastkirin ku PYD/YPG û PKK şaxên heman rêxistinê ne."