HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî diyar kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê bê Iraqê û li Hewlêrê bi Mesût Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike.
Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Bernameya Serokwezîr Davutoglu dê wekî ku hatibû plankirin be. Pêşî dê here Bexdayê û ji wir jî derbasî Hewlêrê bibe. Davutoglu dê bi Serokê HKIyê Mesût Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike."
Dîzayî derheqê "êrîşa xwekujiyê" ya li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê hat kirin de jî got ku ew wekî hikûmet êrîşê şermezar dikin û wiha dewam kir: "Terorîst nikarin me bitirsînin. Herêma Kurdistanê di qada siyasî, aborî û di hemû qadên din de dê pêşbikeve, geş bibe."
Dîzayî got Herêma Kurdistanê bi ewleye û wiha pê de çû:
"Berê bûyerên bi vî şiklî zêdetir pêk dihatin. Lê îro Herêma Kurdistanê bi ewleye. Bûyerên li herêmên din ên Iraqê çêdibin li herêma me çênabin û bi alîkariya gel ber li van bûyeran tê girtin. Wek hikûmet xebatên me yên di qada ewlehiyê de dewam dikin."
Li Iraqê ber Walîtiya Hewlêrê çalakvanekî ku hê nasnameya wî nehatiya diyarkirin "êrîşa xwekujiyê" lidarxistibû û di encamê de 5 kes miribûn û 29 kes jî birîndar bûbûn.