NEW YORK
Li New Yorka bajarê Dewletên Yekbûyî Yên Amerikayê (DYA) ji ber berf û bahozê 7 kes mirin.
Hat ragihandin ku li herêmê zehf berf barî û bahoz çêbû, ji ber hewaya sar û bahozê 7 kes mirin. Li herêmê bilindiya berfê nêzî mêtro û nîv e. 6 kes li herêma Erîe Coûnty û mirovek jî li Genesee Coûntyê mirin.
Waliyê New Yorkê Andrew Cûomo piştî bahozê herêma Buffaloyê ziyaret kir û di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku ev "bûyerekî dîrokî" ye.
Serwîsa Hewayê ya Neteweyî hişyarî da û diyar kir ku li herêmê serma dê heta dawiya hefteyê berdewam bike. Herwiha seferên trênê yên herêma Albany û Bûffaloyê jî hatin betalkirin.
Ji roja yekşemiyê vir ve, li giştiyê welat 20 kes mirin.