Abdullah Tel
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
DUMA/ANKARA
Çar aliyê Dumaya navçeya Şamê ji hêla hêzên rejimê va dorpêçkirî ye.
Duma ev nêzî 5 salan e ku ji hêla hêzên rejim û rêxistinên terorî yên biyanî ên ku piştgirên wê va dagirkirî ye.
Li bajarê dorpêşkirî dengê bombebaranê pirî caran kêm nabe lê ji bo zarokên li navçeyê mane wext derbas bikin jî mijûlî tên çêkirin.

Di îlona sala 2016an da saziya "El Beşaîr El-Însaniye" (Mizgîniya Mirovahî) projeya lunaparka navê wê "Happyland" (Bajarê Kêfxweşiyê) li ser erdekî mezin ava kir.
Gelek zarokê tên Bajarê Kêfxweşiyê û li gelek pêlîstokên curbicur diemilînin û pê kêf dikin. Nan, av û xwarin û şirînahiyê jî didin zarokên tên parqê mijûl dibin.
Ji berpirsên projeyê Ebû Ziyad daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Me Bajarê Kêfxweşiyê ji bo rûyê wan zarokên mexdûrên şer xweş bikin û dilê wan geş bikin kir rewacê. Nêzî 2 hezar û 500 zarok dikarin ji vê parkê îstifade bikin. Ekîbên parastina sivîl û tenduristiyê li hemberî êrîşê hişyar in."
Dê, bav û zarokên li wê derê ji hebûna vê parkê gelek razî ne û ji kesên ev proje kirine rewacê ra spas dikin.