Dinya

YPG/PKKyê alayekê xwe daxist ya din daliqand

YPG/PKKya rêxistina terorê alayaekê xwe yê li navenda navçeya Til Abyadê rakir alaya "meclisa eskerî" ya ku dîsa bixwe ava kiriye daliqand

Elif Orhan  | 22.09.2019 - Rojanekırın : 23.09.2019
YPG/PKKyê alayekê xwe daxist ya din daliqand

Raqqa

ANKARA

YPG/PKKya rêxistina terorê alaya xwe ya li navçeya Til Abyada ku li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dagir kiriye bi alaya meclîsa eskerî ya girêdayî xwe ra guhert.

Di dîmena nû ya ku nûçegihanên AAyê yên li Til Abyadê ji navenda bajêr bi dest xistin da tê dîtin ku di encama tehdeyên Tirkiyeyê terorîstên YPG/PKKyî li navenda navçeyê lîstika guhertina alayê kir.

Di dîmenan da tê dîtin ku terorîst şûna alaya YPG/PKKyê ya mezin a ku berê li navenda bajêr li dîrega alayê daliqandibû niha alaya meclisa eskerî ya qaşo ya ku dîsa girêdayî rêxistinê ye daliqand.

- Meclisa rêxistinê

Di çarçoveya fealiyetên herêma ewle ya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da xebatên wê didomin da dewriye dewam dikin û rêxistina terorê jî hebûna xwe ya li Til Abyadê didomîne.

Hebûna rêxistinê bi meclisa eskerî ya qaşo ya girêdayî xwe ra di bin dilqê meclisê da depoyên çekan ên li navenda bajêr, amadehiyên cihê avaniyê didomîne.

Meclisên eskerî yên ku rêxistina terorê ya ku Amerîka piştgirî didê li bajaran îlan kir jî ji endamên ku unîforma û ala guhertin pêk tê.

YPG/PKK li Til Abyada ku dagir kiriye di hezîrana borî da meclisên eskerî yên qaşo yên girêdayî rêxistinê wekî ku dewrî HDSyê kiriye nîşan dabû û biryar dabû ku hebûna xwe bidomîne.

AA li Til Abyada li rojhilatê Çemê Feratê ye di 2yê sermaweza 2018an da dîmenên alaya YPG/PKKyê ya li ser diregeke mezin daliqandiye û alaya Kurdistanê ya qaşo ya li ser girê sitargehên li cihê kontrolê kişandibû.

YPG/PKKyê ragihandibû ku li Sûriyeyê bi piştgiriya çek û lojîstîkê komên biçûk ên nêzî xwe di 12ê cotmeha 2015an da bi navê HDSyê kom kiriye.

Amerîkaya ku PKKyê wek rêxistina terorê qebûl dike ji bo ku ji hevkariya xwe ya rêxistinê ra hincetan bibîne navê HDSyê dabû. Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê Orgeneral Raymond Thomas di 22yê tîrmeha 2017an da îtiraf kiribû ku YPGyê navê xwe bi tewsiyeya wan navê xwe wekî "Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS)" guhert.

- Ji aliyê rêxistinê va dagirkirina navçeyê

YPG/PKK di hezîrana 2015an da bi piştgiriya Amerîkayê navçeya Til Abyada ku li axa Sûriyeyê ya li hemberî Akçakaleya navçeya Şanliurfayê ye dagir kiribû.

Terorîstên YPG/PKKyî ji bilî tunel û kozikan tenê li Til Abyadê li navenda bajêr û li rojhilat û rojava li 30 cihan bi cî bûye.

Îdiayên dibêjin ku YPG/PKKyê li çend gundên li dora Til Abyadê hebûna xwe ya eskerî dewrî meclîsên herêmî kiriye jî rast nînin. Rêxistingelek mensubên xwe yên ku unîformayên xwe yên eskerî derxistine li meclisên qaşo bi cî kiriye.

Rêxistin ji bo nîşan bide ku li herêmên dagir kiriye birêvabirî di destê gelê herêmê da ye meclisên eskerî û sivîl ava dike.

Tehdeya rêxistinê ya li ser gelê navçeya hema bêje temamiya wê ji Ereban pêk tê didome.

Li çolwarê rojava yê navçeya girêdayî Reqayê gundên Tirkmenan jî hene. Terorîst bi tehdîda "herêm biterikînin heke ne dê balafirên koalîsyonê êrîşa asîmanî bikin" bi zorî dabû valakirin.

- Serokomar Erdogan hişyarî dabû

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya berî ku biçe Amerîkayê dabû a gotibû ku "Niha jî rêxistineke derew hatiye derxistin. Vekirina wê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê. Yanê HDS. Ya rast xapandinek e. Ango ev dilqek e. Tu ferqa vê jî ji PYD û YPGyê tune. Em dikarin ji bo vê bibêjin rêxistineke terorê ya çadir."

Erdogan di daxuyaniya xwe ya çarşema borî da jî ji bo mijara herêma ewle jî gotibû ku "Heke di nav du hefteyan da ji vir encamek dernekeve em ê planên xwe bixin dewrê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın