Türkan Tosun
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyand heke Amerîka wesayîtên ji welatên Ewropayê tên îdxalkirin zêde baca gumrukê bistîne, ewê jî li hember vê biryara Amerîkayê tevdîreke 294 milyon dolarî hildin.
Nameya Komîsyona YEyê ya ku ji Wezareta Tîcaretê ya Amerîkayê ra der barê lihevnekirina bazirganiyê da şand, kete destê çapemeniyê.
Di nameyê da hat gotin biryara Amerîkayê ya ku ji wesayîtan û perçeyên wesayîtan îlawe baca gumrukê distine ji hêla aboriyê va bê mene ye.
Hat gotin heke Amerîka ji wesayîtên welatên Ewropayê tên îthalkirin ji sedî 25 îlawe baca gumrukê bistîne, ewê jî li hember vê biryara Amerîkayê tevdîreke 294 milyon dolarî hildin.
Hat destnîşankirin ev bac wê di destpêkê da 13-14 milyar dolar zirarê bide aboriya Amerîkayê û ev jî tesîreke neyînî li ser balansa carî bike.
Mektupta, Avrupalı otomobil üreticilerinin geçen yıl ABD'de 2,9 milyon araç ürettiği, bunun ABD otomobil üretimin yüzde 26'sı olduğu ve yüzbinlerce kişiye istihdam sağladığı ifade edildi.
Di nameyê da hat gotin şirketên Ewropayê yên wesayîtan çêdikin par li Amerîkayê 2,9 milyon wesayît çêkirine ku ev li Amerîkayê teqabulê ji sedî 26 çêkirina wesayîtan dike û ji bo sed hezaran kesî îstihdam e.
- Pêvajo
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Adarê da eşkere kiribû ku ji bona pola û alumînyumê îtxal wê bi dorê ji sedî 25 û ji sedî 10 terîfeyên gumrukê bisepîne. Ji bona YEyê heta 1ê Hezîranê muafiyeta berwext hatibû dayîn. YEyê jî li ser vê gotibû ew mutefîqê nêzîk ê Amerîkayê ye û tehdîda ewlehiya neteweyî tune ji ber vê divê Amerîka der barê bacên gumrukê da ji bo wê biryara muafiyeta daîmî bide. Di navbera YE û Amerîkayê de muzakere hatibûn kirin, lê Amerîka ji biryara xwe venegeriyabû.
Piştî biryara Amerîkayê YEyê jî ji 22yê hezîranê pê va hin tevdîr xistibûn rewacê.
YEyê ji bo garis, barbunya, birinc, vîskî, puro, cixare, titûn, ruj, şalê qot, newresim, sol, vantîlator, motorsiklet, tup û hin alavên din ên ku ji Amerîkayê tên îtxalkirin ji sedî 25 baca gumrukê xistibû rewacê.
Serokê Amerîkayê Trump piştî vê biryara YEyê gef xwaribû û gotibû ewê ji wesayîtên ku Ewropayê tên îtxalkirin wê ji sedî 20 zêde baca gumrukê bistîne.