Önder Beyter
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Çalakiyên "rûxandina peykeran" ku li ciyên cuda yên Amerîkayê piştî kuştina George Floydê reşik a bi tundiya polêsan va wekî berteka dijî nijadperestiyê dest pê kirin, gihîşt ber Qesra Spî.
Bi sedan xwepêşandêrên ku peykerê Serokê Amerîkayê yê 7emîn Andrew Jackson ê sembola Parqa Lafayette bi kap va girê dan, hewil dan peyker welgerînin.
Li ser vê yekê polêsê parqê û polêsê Servîsa Veşartî bilez midaxeleyî bûyerê kirin.
Polêsan xwepêşandêr ji parqê dûr xistin
Polêsan xaza rondikrêj jî emiland û xwepêşandêr ji ciyê bûyerê dûr xistin û peyker hildan bin parastinê.
Der heqê Jackson da jî tişta ku tê zanîn ew e ku Jackson mîmarê Qanûna Tehcîra Çermsoran e ku bû sedema mirina gelek çermsoran û her wiha di heman demê da gelek koleyên wî jî hebûn.
Ji Trump bertek
Ji aliyê din va Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî bûyerê da û wiha got, "Di Vandalîzma rûreş a dijî peykerê Andrew Jacksonê mezin ê li Parqa Lafayette da gelek kes hatin girtin."
Trump bal kişand, kesên navborî dibe ku di çarçoveya qanûna têkildar da 10 sal cezayê hebsê bixwin.